BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirine.
Der barê êrîşê de hate gotin, “Di 7’ê Cotmehê de saet 17:00 balafirên şer herêma Xêrê ya Garê, saet di 20:30’î de qada Sininê ya Xakurkê bombe kirin.
Di 8’ê Cotmehê de saet di navbera 10:30 û 11:30 de balafirên şer bombe li qadên Sida û Şehîd Rustem ên Zapê barandin.
Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”