GİRÊ SPÎ – Artêşa Tirk a dagirker topbarana bajarê Girê Spî û gundewarên wê didomîne. Da ku sivîlan bikuje, wan ji xaka wan derxîne û li şûna wan kesin din bicih bike. Şervanên QSD`ê bi hevkariya sivîlan bersiva topbaran didin.
Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva cihê topbaranê da û di encama wê de 4 tankên artêşa Tirk a dagirker teqandin.
Artêşa Tirk a dagirker ji 3 noqteyên li beramberî sînorê Serêkaniyê dîwar rakirin da ku di aliyê bejahî de, êrîş bike.
Tirkiyê komên çete yên ji Idlibê û herêmên din ên Sûriyê ku dagir kiriye ji wan Cebhet El-Nusra ku di nava lîsteya terorê de şand da ku tev li êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.