SERÊKANIKYÊ – Di dema ku artêşa Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê bi balafiran topbaran û bombebaran dike, çeteyên DAIŞ`ê dest bi tevgera xwe di hundirê bajêr de kir da ku aramî û ewlehiya bajêr tevlî hev bikin û rê li pêşiya derbasbûna artêşa Tirk di aliyê bejahî de, hêsan bikin. Nûçegihanê me ji herêma Serêkaniyê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê hewl da ku êrîşî sivîlan û tevlîheviyê derxe.
Hêzên Parastina Civakî (HPC) ku ji şêniyên bajêr in derdora şaneya veşartî ya çeteyên DAIŞ`ê li Çerxerêya Şehîdan girtin û hemû endamên şaneya veşartî, girt.
Çeteyên DAIŞ`ê îro di saetên sibê de hewl dan êrîşî sivîlên li gundê Tiwêmiya yê başûrê bajarê Serêkaniyê bikin. Hêzên Asayîşê jî bersiva wan dan û di encama wê de 4 çete hatin kuştin.