AMED – Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî li gel Amerîka û Rûsyayê hevdîtin pêk anî fermanda êrîşa li dijî bajarên Rojava da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven êrîşa li dijî Rojava nirxand. Guven bi bîr xist ku polîtîkay Tirkiyê ya li dijî kurdan polîtîkaya sed salê dawî ye û got “Nav biguherin jî lê zîhniyet naguhere. Li Tirkiyê hemû desthilatdariyan polîtîkaya ‘bila kurd dayika xwe nebînin’ meşandin.”
‘DIXWAZIN MODELA OCALAN JI HOLÊ RAKIN’
Guven da zanîn ku li dijî Rojava demek dirêje planên êrîşkirinê dihatin kirin û got: “Sedemê vê êrîşkirinê jî ew e ku naxwazin perspektîfa netewa demorkatîk li pêş bikeve. Naxwazin ji hemû dinyayê re bibe model. A rast armanca Tirkiyê ew e ku naxwazin model û perspektîfa Birêz Ocalan li pêş bikeve û dixwazin bi şer ji holê rakin.”
Guven anî ziman ku Rojava ji bo Tirkiyê ne tehdît e û wiha domand: “Rojava li dijî Tirkiyeyê dijminiyê nake. AKP di her warî de tengav bûye û pêdivî bi operasonek wiha dît. Dixwaze xwe bi vê operasyonê rizgar bike.”
‘ERDOGAN BI TAYBETÎ 9’Ê COTMEHÊ BIJART’
Guven bal kişand ser dîroka 9’ê Cotmehê ku operasyon hat destpêkirin û got: “Di 9’ê Cotmehê de birêz Ocalan bi komployek navdewletî ji Sûriyê hat derxistin. Di heman dîrokê de Erdogan fermana êrîşan da. Erdogan bi zanebûn sekinî û bi taybet operasyonê anî vê rojê. Dixwazin bi vî awayî dengê aştî û çareseriyê yê birêz Ocalan qût bikin. AKP dixwaze canê hemû kurdan biêşîne. Tirkiye dixwaze şoreşa Rojava têk bibe.”
‘DIVÊ KURD XWE DI BER ÇAVAN DE DERBAS BIKIN’
Guven li dijî helwesta hemû partiyên tirk ên li dijî gelê kurd ku bûn yek banga yekîtiyê li kurdan kir û got: “Divê kurd helwesta xwe li ber çavan derbas bikin. Çimkî li dijî gel operasyon tê birêvebirin.”
‘RIZGARIYA DAIŞ’Ê YE’
Guven got operasyon “rizgariya DAIŞ’ê ye” û yên li hember vê operasyonê bêdeng dimînin wê bibînin ku DAIŞ dê li ser wan bibe bela û hemû dinya ji vê berpirsiyar e.
‘BOMBE BI SER MIROVAHIYÊ DE DIBARÎNIN’
Guven diyar kir ku divê li dijî operasyonê bêdeng nemîne û wiha got: “Li erdnîgariyek şoreşa jinan pêk tê û rêveberiyek demokratîk xwe birêve dibe bombe tên barandin. Bombe bi ser mirovahiyê ve tê barandin. Divê mirovahî rabe ser pêya û ji vê re bêje ‘rawest e.’ Em li çar parçeyên Kurdistanê divê hemû mafên xwe yên demokratîk bîne. Divê em dengê aştîxwaz û çareserîxwazan bilind bikin. Ez bi bawerim wê bi pêşengiya jin û ciwanan xwedî bê derketin. Roja ji Rojava derketiye wê tu demê neyê tarîkirin.”