QAMIŞLO – Bi hezaran gelê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker daketin qadan û peyama parastina axa xwe dan. Di saetên sibê de gel li dagirkeriya dewleta tirk gelê Qamişlo ji 7 heta 70 salî li dewra Şerqî kombûn. Bi dirûşmeyên berxwedanê gelê Qamişlo li tevahî bajar meşiyan. Di çalakiyê de sloganên wek “Bijî Berxwedan Rojava/Qamişlo”, “BiJî Serok APO”, “Bimre dagirkerî” hatin berz kirin.