HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker topbaranan û bombebarana li ser bajarê Serêkaniyê didomînin. Di heman demê de çeteyên Sûriyê di aliyê bejahî de tev li êrîşkirinê dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva êrîşan dide. Niha şerên giran di navbera herdu aliyan de rû dide.
Nûçegihanê me diyar kir ku li Mezreya Mecê, bajarokê Til Helef û herêma Pîşeyî bi dehan çete hatin kuştin.
Li aliyekî din jî malperên çeteyên girêdayî Tirkiyê wêneyên kuştiyên xwe belav dike.