SERÊKANIYÊ – Li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên hewl didin bajêr dorpêç bikin, şervanên QSD’ê doh bi şev ji sê xetan operasyon kirin û di encamê de herî kêm 35 çete hatin kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûn.
ENIYA ROJAVA
Li dijî dagirkerên ku xwestin bajarokê Til Xelef ê li rojavayê bajêr dagir bikin, şervan ji sê baskan ve ketin nava liv û tevgerê û derbên giran li çeteyan xistin. Navenda Til Xelefê di kontrola şervanên QSD’ê de ye. Dagirkeran xwestin ji du baskan, ji Serêkaniyê-Til Xelef û Til Xelef-Til Erqumê bajarok dorpêç bikin. Lê belê hêzên QSD’ê li dijî dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin dest bi operasyonê kirin û çeteyên xwestin dorpêç bikin, ew bi xwe dorpêç kirin. Şer hîn jî didome. Di şer de herî kêm 19 çete hatin kuştin.
Şerê ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û obusan dike hîn jî didome. Li aliyê din balafirên şer ên Tirk êrîşî xaniyekî li bajarok kir û sivîlekî ku navê xwe nehate hînbûn şehîd bû, sivîlek jî birîndar bû.
ENIYA ROJHILAT
Li rojhilatê Serêkaniyê, çeteyên ku ji herêmên Mezrê Miçê û Pîşesaziyê xwestin ber bi başûr ve biçin û rêya Serêkaniyê-Dirbêsiyê qut bikin û bi vî rengî bajêr dorpêç bikin, ji doh bi şev ve derbên giran xwarin. Li herêma pîşesaziyê êrîşên dagirkeran hatin têkbirin, di şer de herî kêm 16 dagirker hatin kuştin.
ENIYA BAŞÛR
Çeteyan ji bo Serêkaniyê dorpêç bikin ji başûrê bajêr ve hucreyên xwe yên razayî xistin nava liv û tevgerê. Hucreyên çeteyan di nava dorpêçiya şervanên QSD’ê de man. Li ser rêya Serêkaniyê-Hesekê çar çete hatin kuştin û pênc çete jî hatin girtin.
ŞER DIDOME
Li rojavayê bajêr (Til Xelef) û li rojhilatê bajêr (Mezrê) şer bi çekên giran didome. Dagirker bi obusan êrîşî bajêr dikin, şervan jî bi çekên giran bersivê didin. Şer bi dijwarî didome.
PLANA DAGIRKERAN ÇI YE?
Dagirkerên ku dixwazin Serêkaniyê dorpêç bikin, ji rojhilat û rojava ber bi başûr ve dixwazin bi pêş ve biçin. Di heman demê de li Girê Spî hewl didin li rojhilat û rojava belav bibin û bi vî rengî bajaran bixin. Di gava duyemîn de jî plan dikin ku qada ji 120 kîlometreyî ya navbera Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin.