NAVENDA NÛÇEYAN – Gêlê Rojhilatê Kurdistanê jî, li dijî êrîşên dewleta tirk a daigkrer yên li ser Rojavayê Kurdistanê, û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîşan şermezar kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî, gel êrîşên dewleta tirk a daigkrer yên li ser Rojavayê Kurdistanê, û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Gel duh daketin qadan û bertek nîşanî operasyonên dagirkeriya tirk dan. Hat payîn ku îro jî, bi heman awayî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê gel dakevin qadan û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.
Di heman demê de kurdên Xorasanî jî bang li gel kirin daku îro li ber derê konsolosxaneya Dewleta Tirk a dagirker ya li Xorasan kom bibin û êrîşên dagirker şermezar bikin.
Duh li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî komek parêzer li dijî êrîşan çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Li gorî agahiyan ji hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê hatiye xwestin ku îro saet 16:00’an de dakevin kolanan û êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar bikin.