KOBANÊ – Hêzên Sûriyê Demokratîk bersiva jêdera topbarana li ser gundê Sêlim û Boban ên rojavayî bajarê Kobanê da û du bargehên artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Li rojhilatê bajarê Kobanê jî artêşa dagirker gundên Elî Şar û Bozik topbaran kirin, QSD`ê jî bersiv da. Nûçegihanên me ragihand ku şervanên QSD`ê bersiva topbaranê didin.