GIRÊ SPÎ – Gundê Yabisê 10 km li rojavayî Girê Spî dikeve, artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe hewl dide dagir bike. Şervanên QSD’ê bersiv didin û nahêlin ku dagirker bipêşve werin.
Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku li derdora gund di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şerên giran rû didin.
Nûçegihanê me got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wendahiyên mezin didin, ji ber vê jî artêşa dagirker gund daye ber topan.
Heta vê kêliyê topbaran û şer bi dijwarî dewam dike.