QAMIŞLO –Beriya çend kêliyan li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo teqînek pêk hat. Teqîn li Kolana Munîr Hebîb li nêzî Xwaringeha Omerî çêbû.
Nûçegihanên me ji cihê teqînê ragihand ku birîndar hene û dibe ku şehîdên sivîl jî hebin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, teqîn ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ve bi erebeyeke bombebarkirî hatiye birêvebirin ku piştî êrîşên dagirkeriya Tirk ji nû ve ketine nava liv û tevgerê.