HESEKÊ – Wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker hewl da li nêzî gundê Qeşta yê nêzî bajarê Serêkaniyê û bajarokê Til Helefê derbasî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember êrîşê li ber xwe da û wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker rûxand, her wiha hejmarek din bê bandor kirin.
Di bersivdayîna şervanan a êrîşan de 5 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.