GIRÊ SPÎ – Nûçegihanên ajansa me ragihandin ku balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Bedî yê dikeve başûrê Girê Spî bombebaran kir. Di bombebaranê de 3 sivîl şehîd bûn û hejmarek ne diyar birîndar bûn.
Birîndarji bo nexweşxaneyên navçeya Eyn Îsayê hatin veguhestin.
Di bombebarana li gundê Elî Baciliyê yê başûrê rojhilatê bajêr de 4 sivîl şehîd bûn, 4 jî birîndar bûn, di nav de zarokek hebû.