HESEKÊ – Nûçegihanê me ji bajarê Serêkaniyê yê ku rewşa herêmê dişopîne ragihand ku şerên dijwar li herêma pîşeyî li rojhilatê bajarê Serêkaniyê rû didin.
Nûçegihanê me got li gorî agahiyên destpêkê derdora 14 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û termên wan di nav kolanên herêma pîşeyî de ne.