QAMIŞLO – Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê ji êrîşên artêşa Tirk a dagir sûdê digirin û çalakiyên xwe yên terorîst pêk tînin. Îro saet derdora 14:00’an şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li kolana Munîr Hebîb a taxa Xerebî ya bajarê Qamişlo bi erebeyeke bombebarkirî êrîş pêk anîn.
Li gorî agahiyên sivîlek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.
Tîmên vemirandina agirî û hawrê dimildest berî dane cihê teqînê û agir vemirandin.