NAVENDA NÛÇEYAN – Gundê Eyn Dîwarê yê ku bi 12 km li bakur rojhilatê bajarê Dêrikê ye rojana rastî topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker tê.
Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî gund topbaran kir. Vê êvarê li gel firîna balafirên şer ên Tikriyê careke din hate topbarankirin.
Hêzên Sûriye Demokratîk li gel berdewamkirina topbaranê bi lez gund ji sivîlan bi temamî vala kirin û bersîva jêderên topbaranê dan.
Nûçegihanên ajansa me piştî şevek ji topbarana bê ser û ber di demek berê de ji îro xwe gihandin nav gund.
Di dîmen û wêneyên ku hatine kişandin diyar dibe ku topavêjên dewleta dagirker a tirk yekser hundirê gund kirine hedef û zirarên mezin gihandine milkên sivîlan.
Ji aliyekî din ve bi dehan ciwanên gund çek rakirin û qebûl nekirin ji gund derkevin. Ciwanên li rex QSD`ê li berxwe didin ji bo gundên xwe ji dagirkeriya dewleta tirk biparêzin.