NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariyê anî ziman ku di teqîna li taxa Munîr Hebîbî ya Qamişloyê de 3 sivîl şehîd bûbû û 9 sivîlên din jî birîndar bûne, her wiha lêgerîna tîmên tenduristiyê ya ji bo rizgariyê ya di bin xirbeyan de jî dewam dike.
Fermandariyê bal kişand ku DAÎŞ ji van êrîşan sûdê digire, her wiha bi van êrîşan re jî êrîşên DAÎŞ’ê zêde bûne, ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û dixwazin bikevin nava livû tevgerê.
Her wiha fermandariyê ragihand şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê li taxa bajarê Qamişlo ku bi îstîxbarata Tirkiyê koordîne dikir û agahiyên nuqteyên hêzên me didan wan, girtin.