PARÎS – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li paytexta Fransa Parîsê li dijî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek kirin.
Ciwanên ku pankarta bi nivîsa ‘Ji dagirkeriyê re na’ vekirin ketina avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Parîs û daxwaz kirin ku li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek bidin. Çalakiya ciwanan dewam dike.