QAMIŞLO – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarankirina gund û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê didomînin. Têkildarî mijarê artêşa Tirk a dagirker gundê Til Mixar li bakurê Dêrikê topbaran kir. Hêzên Sûriyê Demokratîk mafê parastina rewa bi kar anî û bersiva jêderên topbaranê da. Di encamê de 3 leşkerên dagirker ên Tirk birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Delavê Kera yê li bakurê Girkê Legê topbaran dikin. Hêzên Sûriye Demokratîk di çarçoveya mafê parastina rewa de bersîva jêderên topbaranê dide.