QAMIŞLO – Di encama teqîna ku li nêzî Xwaringeha Omerî li kolana Munîr Hebîb li taxa Rojava ya bajarê Qamişlo pêk hatiye û li gorî serjimariya destpêkê ya teqînê sivîlek şehîd ket û 3 din jî birîndar bûn.
Jêderek ewlehî ji ajansa me re diyar kir ku teqîn plana şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ye ku piştî êrîşa dagirkeriya Tirk ew zindî bûn.
Di vî warî de çeteyên DAIŞ’ê ragihandin ku ew berpirsên teqîna terorîst in. Ev jî destnîşan dike ku êrîşên dewleta tirk a dagirker alîkariya DAIŞ’ê dike ji bo ku şaneyên xwe yên veşartî çalak bike.