KOBANÊ – Nûçegihanên me ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de milê rojavayê bajarê Kobanê topbaran dike, şervanên QSD‘ê bersiva jêdera topbaranê didin.
Çavkaniyekî ji ajansa me re diyar kir ku şervanên QSD’ê bargeheke mezin a artêşa Tirk li beramberî gundê Elîşar kir hedef, lê têkidarî encamên wê agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
Li gorî nûçegihanan li du bargehên din ên artêşa dagirker li beramberî bajarê Kobanê şerwat derketiyê. Tê gotin ku QSD’ê herdu bargeh kirine hedef.
Nûçegihanên me ragihandin ku beriya nîv saetekê topek li girê taxa Kaniya Kurdan a aliyê rojhilatê Kobanê ket û yek li girê Meştenûrê bi çend mîtreyan nêzî bargeheke Amerîkayê ket.
Topbaran li derdora aliyê rojoavayê bajarê Kobanê û şerê di navbera QSD û artêşa dagirker de didome.