MİNBİC – Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku Yekîneyên Antî Terorê yê girêdayî meclisê, bi çalakiyeke taybet êrîşa xwekujî ya çeteyên DAIŞ`ê ku hewl da derbasî bajarê Minbicê bibe, têk bir.
Meclisê anî ziman ku ku çalakî li ser rêya gundê Ezir ê rojhilatê bajarê Minbicê pêk hat û yekîneyên wan nehîştin ku xwekuj derbasî bajar bibe.
Meclisê diyar kir ku êrîşkar rextekî bombebarkirî li xwe pêça bû.