NAVENDA NÛÇEYAN – Li Dîlokê Yekîneyê Tolhildana şehîd Haki Karer ku girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) e, li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikane A-101 bi molotofan şewitandin.
Daxuyaniya Yekîneyê Tolhildanê wiha ye;
“Di şeva 11’ê Cotmehê de li kolana Duztepe Şanlidere, dikanek ya A-101 ji aliyê Yekîneyên me ve hate lêdan. Dikana ku alîkariya maddî dide dagirkeriya dewleta tirk ji milê Yekîneyên me ê Tolhildana Şehîd Haki Karer ve bi molotofan hate şewitandin. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bi rihê 6-7-8 Cotmehê dakevin qadan û li dijî êrîşên li ser Rojava bikevin nava tevgerê.”