SILÊMANÎ – Li Silêmaniyê Komîteya Azadî ji Ocalan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek organîze kir. Di çalakiyê de hate destnîşan kirin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamkirina komployê ye.
Li ber Baxê Giştî yê bajarê Silênaniyê Komîteya Azadî ji Ocalan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek organîze kir. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ û Herêma Kurdistanê hatin bilind kirin.
Herwiha dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava’, ‘Şehîd namir’ û ‘Yek yek gelê Kurd yeke’ hatin berz kirin.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Azadî ji Ocalan re Mihemed Bekir daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku hîn komplo berdewame û tê gotin ku armanca komployê şikandina îradeya berxwedana gelê Kurd, tinekirin û qetilkirina gelê Kurd e. Herwiha tê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamkirina komployê ye.
Piştre peyama Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ji aliyê Rastî Mihemed ve hate xwendin. Di Peyamanê de ji bo Rojavayê Kurdistanê seferberî tê ragihandin û bang li ciwanan tê kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojavayê Kurdistanê û beşdar bibin.
Herwiha di çalakiyê de peyamên Eniya Demokratîk a Gel û Nûnertiya Xweseriya Rojavayê Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê hate xwendin. Di payaman tê gotin ku komployên li ser gelê Kurd berdewame û divê gelê Kurd bi yekgirtî û yekhelwestê li hember rawestin.