NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çete yên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî veşartî derbasî rêya navdewletî bûbûn, li sivîlan xistin û hejmareke ji wan kuştin.
Navendê destnîşan kir ku yekîneyên wan yekser destwerdan kir, bersiva wan da û ew ji rêya navdewletî dûr xistin.
Rê niha bi temamî vekirî ye û ewle ye, her wiha got ew di bin serweriya QSD’ê de ye.