SILÊMANÎ – Ciwanên nava hizb û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê Eniya Lawan ji bo Parastina Kurdistanê ragihandin. Wê ev enî ji bo alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê a di aliyê pêdawistiyên leşkerî, mirov û tendirustî de kar bike. Ciwanan bang li her kesê kirin daku cihê xwe di têkoşîna heyî de bigrin.
Li Xwaringeha Diyarbekir a li bajarê Silêmaniyê, ji aliyê ciwanên nava hizbên cûda yên Başûrê Kurdistanê ve, Eniyek dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê a bi navê ‘Eniya Lawan ya ji bo Parastina Kurdistanê’ hat ragihandin.
Eniya Lawan ya ji bo Parastina Kurdistanê ji ciwanên ‘Tevgera Goran, Yekitiya Nîştimana Kurdistanê (YNK), Yekgirtû, Hizba Şuî, Jinên Ciwan yên Têkoşer û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê’ pêktên. Ciwan kombûn û mijara dagirkerî û êrîşa dewleta Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê gotubêj kirin. Ciwanan destnîşan kir ku divê yekitiya netewî pêkbê û li dijî dagirkeriyê têkoşîn were kirin.
Ciwanan herî dawî Eniya Lawan ya ji bo Parastina Kurdistanê ragihandin.
Aras Guldar bi daxûyaniyek çapemeniyê armanca ciwanan ya avakirina eniyê diyarkir.
Li gorî vê;
-Yekitiya netewî ji bo parastina xaka Kurdistan.
-Têkoşîna hemberî parçebûn û dabeşkirina navbera neteweyên cûda.
-Komkirina alîkariyê ya ji bo pêdawistiyên leşkerî, mirovî û tendirustî ji bo Rojavayê Kurdistanê.
Aras bang li ciwanan û xelkê jî kir daku daxwaza mafê xwe bikin û got; “Em hemû berpirsyarê xak û netewa xwe ne. Em bang li ciwanan dikin daku ji bo Rojava seferber bibin û cihê xwe dinava têkoşînê de bigrin. “