DÊRİK – Gelê Rojava li dijî gefên dagirkeriya dewleta Tirk, roj bi roj berxwedaniya xwe mezintir dikin. Ji ber vê yekê jî gel bi çalakiyên cuda cuda her roj derdikevin kolanan û dagikeriya dewleta Tirk şermezardikin. derbarê gefê dagirkeriya Tirk de gel nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin û wiha gotin; ” Em ê heta dawiyê li berxwebidin.”
Hevserokê Heyva Sor a Kurd ê beşê Rojhilat Dr.Ahmed Şêxmûs derbarê gefên dagirkeriya dewleta Tirk de ji ajansa me re axivî û wiha got; “ Wek ku tê zanîn êrîşê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêdetirdibin, ji bo vê jî em wek Heyva Sor a Kurd wek erkê me yê yekemîn ew e ku em li kêleka Şervanên xwe û gelê xwe bi sekinin. Em wek Heyva Sor a Kurd me amadekriyê xwe kiriye di milê endam, amurên tenduristî, Ambulacisê xwe de, lê belê birîndarên Sivîl ên ku çêbûne jî dagikeriya dewleta Tirk ambulancê me bombebaran dike û nahêle ku em jiyana wan sivîlên birîndar xilasbikin.
Di heman demê de Jinekê jî nerînên xwe derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de ji ajansa me re parvekir û wiha got; “ Em axa xwe bernadin, me evqas ked û Şehîd dane vê axa pîroz ji bo vê yekê jî dagirkeriya dewleta Tir nikare bi wê qirêjahiya xwe derbasî axa me bibe. Emê heta dawî li berxwebidin, berxwedan jiyan e! Bi vê siloganê em teqez serkeftinê misogerbikin.”