HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê didomînin. Artêşa dagirker hewl dida ji sê aliyêan ve derbasî bajêr bibin, li ser bersivdayîna QSD‘ê şerên giran rû dide.
Şervanên QSD‘ê îro li derdora bajêr derbên giran li dagirkeran da, du erebeyên bi doçka barkirî û 7 panzêr teqandin. Di şer de 75 çete hatin kuştin û 19 leşkerên tirk ên dagirker birîndar bûn.