AMÛDE – Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Amûde bi daxuyaniyek girseyî ragihand ku ew beşdarî seferberiyê dibin. Ciwan û Jinên Ciwan ên Amûde da diyar kirin ku ew amade ne di çeperên şer li kêleka YPG û YPJ şer bikin û bang li tevahî Ciwanên Kurdistanê kir ku mil bidin milê hev.
Befirehiya daxuyaniya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Amûde wiha ye:
“Em wek ciwan û jinên ciwan ên bajarê Amûde amade ne bi ruhê şehîd Baran Mawa û Amara Gabar tevlî berxwedanê bibin û cihê xwe di vî şerî de bigrin. Gelê Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê hertim li berxwe dane, û di nava têkoşînê de bûn. Ev 4 rojin dijmin bi hovane êrîşê herêmê dike. Em wek ciwan û jinên ciwan amade ne li kêleka YPG û YPJ’ê şer bikin û di çeperan de cihê xwe bigrin. Em ê her kêliyê parastina axa xwe bikin. Heta dolpa dawî a xwîna xwe em ê şer bikin. Em bang li hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ku em mil bi mil di vî şerî de li berxwe bidin û çeteyan ji xaka Kurdistanê pakîj bikin. Bi vî awayî em ê Şoreşa Kurdistanê misoger bikin.”
Daxuyaniya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Amûde bi dirûmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana QSD, YPG-YPJ’ê” bidawî bû.