ŞIRNEX – Li gorî agahiyan li Cizîr û Silopyayê spêdeya yekşemê polîsên Tirk bi ser malan de girtin, endama Meclîsa Şaredariyê Fehîme Sarûh û Hecî û Brahîm ên birayên hev ku temenê wan 70 salî ye destgîr kirin.
Şemiyê jî polîsên Tirk bi hinceta parvekirinên medyaya sosyal li Şirnexê 5 kes destgîr kiribûn.