QAMIŞLO – Artêşa dewleta Tirk a dagirker gund, bajarok û bajarên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê yên li seranserî sînor bi topavêj û balafirên şer hedef digire. Li rexê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker avahiyên xizmetguzariyê yên li herêmê topbaran dike.
SERÊKANIYÊ
Di dirêjahiya şeva berê de, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên şer êrîşan pêk tîne. Her wiha bi balafir û topavêjan sûka bajêr bombebaran kir. Li aliyekî dîtir jî Nexweşxaneya Roj a ku mezintirîn nexweşxaneya bajêr e ku tê de gelek birîndar hene, topbaran kir ku binpêkirineke diyar a derqanûnî û mîsaqên navdewletî ye. Di encamê de nexweşxane ji xizmetê derket.
Girêdayî mijarê, topavêj û balafirên dewleta Tirk a dagirker nexweşxaneyên meydanî ku birîndar vediguhastin, bombebaran kirin. Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker, erebeyên ambulansê yên Heyva Sor a Kurd ku birîndar vediguhastin, hedef girtin.
Artêşa Tirk a dagirker dibistana gundê El-Salihiyê yê li rojavayê bajarê Serêkaniyê bombebaran kir ku binpêkirineke diyar a avahiyên perwerdeyê ya derqanûnî ye.
Bi bombebaran û topbaranên dijwar re, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi hejmara zêdetirî 3 hezaran, hewl da di bejahiyê re derbasî Serêkaniyê bibin. Êrîş ji 3 aliyan ve li ser bajêr pêk dihat. Ji aliyê bakurê taxa Hewarne, aliyê rojhilatê Herêma El-Sînaa û ji aliyê rojava ve jî ji Til Helef a dîrokî.
Ji aliyê xwe ve êrîş rastî bersivdana QSD’ê hatin. Di dirêjahiya êrîşên ku duh pêk hatin de, 7 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên doçka li ser hatin rûxandin û li rexê jî zêdetirî 75 çete hatin kuştin û 19 jî hatin girtin.
Şevê berê balafirên keşfê yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li asîmanê bajêr digeriyan. Balafirên şer jî bajarê ku hê sivîl tê de hene, bombebaran dikir.
GIRÊ SPÎ
Li Girê Spî, topbaran û balafirên dewleta Tirk a dagirker tevî ku bi hezaran şênî tê de hene, bombebaran kirin. Her wiha jî di bajêr de bi sedan şêniyên Tebqa, Reqa û Minbic ku berê xwe dane bajêr da ku piştgiriya şêniyan li hember êrîşan bikin, hene.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi mebesta kombûna sivîlan li taxa Eyn Eros a başurê bajêr topbaran kir ku tirsê pêk bîne û neçarî revê bike. Top û fuze bi deh metreyan li nêzî kombûna şêniyan ketin.
Li aliyekî din jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi mebesta karwanê sivîlan ku berê xwe ji Reqayê dida Girê Spî, bombebaran kir û di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.
Di domana saetên şeva berê de top û gerîna balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser bajêr berdewam bû. Her wiha balafirên keşfê jî ji asîman dûr neketin.
QAMIŞLO
Duh, artêşa dewleta Tirk a dagirker bajarê Qamişlo topbaran kir. Topbaran li ser taxên rojava û Qenaya Siwês û Qidor Beg pêk hatin. Her wiha jî sekvanên artêşa dewleta Tirk a dagirker taxên bi ser sînor ve yên li ser rêya El-Hezam a Bakur, kirin hedef.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi mebest stasyona kehrebyê ya Qamişlo hedef girt. Di encamê de zirar rû dan û kehrebe li taxên rojhilatê bajêr qut bû.
Li aliyekî din jî sivîlên gundên rojhilatê bajêr hatin hedefgirtin. Ji wan gundan jî, Girkê Zêra ye. Li kêlekê jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi roj û şev li asîmanê Qamişlo digeriyan.
DÊRIK
Li Dêrikê qereqolên dewleta Tirk gundên şênî lê dimînin bi berdewamî topbaran dike û bi tengan gundê Eyn Dîwar ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir, QSD` jî bersiv da û qereqoleke artêşa dagirker rûxand.
Her wiha QSD`ê tazerek îstixbarata Tirk a li hemberî gundê Qereh Xerab a Bakurê Sûriyê ya Dêrikê rûxand û paşê ambulans ber bi noqteyên armanckirî ve çû, da ku birîdar û şehîdên ku hejmara wan ne diyar in rake.
Tirbespiyê-Amûdê-Dirbêsiyê-Girkê Legê
Artêşa Tirk a dagirker gund û navçeyên herêma Cizîrê yên li ser sînor ku şênî lê dimînin, topbaran dike.
Oparasyona tunekirina qada meydanî rastiya dewleta Tirk diyar dike…ti cudabûn di navbera Tirkan û DAIŞ`ê de tune ye
Çeteyên artêşa dagirkeriya Tirk û îstixbaratên wan ber bi rêya Girê Spî ve çûn û sivîlên ku li herêmê bi îdîaya ku leşker in sekinandin, di vê derbarê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan dîmenê ku sûcdariya dewleta Tirk nîşan dide belav kir.Di dîmen de sûcdariya Tirk nekêmî sûcdariya DAIŞ`ê ye.
Artêşa dagirker qada meydanî vala dike, isbata vê yekê jî şehadeta sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku di encama kemîneke çeteyan li ser rêya diwelî şehîd bû.
Paşê QSD`ê ber bi herêmê ve çû û çete neçar man birevin.
4 sivîl şehîd bûn û çendên din birîndar in
Artêşa dagirker a Tirk bi zanebûn sivîlan dike armanc da ku wan neçarî koçberkirinê bike, di vê derbarê de jinan ciwan Îman Îbrahîm(24) ji bajarê Qamişlo yê li ser sînorê Nisêbînê, bi guleyekê di zikê xwe de şehîd bû. Her wiha artêşa dagirker taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo yê li ser hîza bakur topbaran kir, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bû.Hejmar ne diyar in.
Her wiha du bira Newaf û Fehed Alî ku ji gundê Girkê Legê yê bi navê Zîra yê li rojhilatê Qamişlo, birîndar bûn.
Duh bi şev artêşa dagirker firin topbaran kir, 2 sivîl şehîd bûn, tenê Silêman Alî hate naskirin, her wiha 6 sivîlên din jî birîndar bûn, Hesen Nasir, Minîr Xidir Al-Alawî, Fadil Cedan El-Tiqtiq û Hebîb Mihemd Reşad Helbo hatin naskirin.
Her wiha dema bajarê Dêrikê topbaran kirin, sivîlek bi giranî birîndar bû.
Dema gelê Reqayê ber bi Girê Spî ve diçû, artêşa dagirker karwan kir armanc û hejmarek sivîl birîndar bûn.