HESEKÊ – Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê berê xwe da bajarê Serêkaniyê ya ku şervanên QSD`ê lê berxwedaneke bêhempa li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dimeşînin.
Şêniyan bi armanca destekdayîna şervanan berê xwe da Serêkaniyê, her wiha ji bo ku tekez bikin ku ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê asta têkoşîna xwe di hemû aliyan de û bi hemû şêwazî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku armanca wan qirkirina gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê ye, bilind bikin.
Welatiyê bi navê Ebdo Xidir ku ji pêkhateyên Til Hemîsê ye û li Til Temirê dijî, diyar kir ku ew wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe tu carî dagirkirina xaka ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, qebûl nakin. Her wiha destnîşan kir ku ew ê bi şervanên QSD`ê re bisekinin heta ku bigihîjin serkeftinê.