QAMIŞLO – Artêşa Tirk a dagirker careke din gundewarê Tirbespiyê topbaran kir.
Top li girek dîrokî li gundê Til Şiîr li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê û li dora gundê Til Cihan li heman herêmê ketin.
Artêşa Tirk a dagirker bi awakî dubarekirî gundê Til Cihan ê ku piraniya niştecihên wê xiristiyanên topbaran dike. Di 12`ê Cotmehê de Dêra Meryem El-Ezraa li gund bi awayekî yekser topbaran kir û zirarên madî gihand avahiyê wê.
Girê gundê Til Şiîr ji girên dîrokî yên herêma Cizîrê tê hesibandin. Tê de tabloyên dîrokî girêdayî herêma El-Xabûr, amûrên ji kevir, gorên kevin û gelek parçeyên ji bronz hatin vedîtin.