BEHDÎNAN – HPG’ê got: “Di daxuyaniya 5’ê Cotmehê de me ragihandibû ku 29’ê Îlonê artêşa Tirk derdorî gundê Şuxa li gel devera Beşa a girêdayî navçeya Berwerî ya Sêrtê bombe kiribû.”
HPG’ê ragihand ku di encama vê bomberdûmanê de du gerîla şehîd bûne.HPG’ê nasnameyên gerîla ragihand:
“Di roja îro de şerê ku dom dike, ketiye qonaxeke nû û dewleta Tirk a faşîst û mêtinger bi hovane êrîşî hemû nirxên Kurdan dike. Hêzên me yên gerîla jî li dijî van êrîşê dijmin, li her derê bi fedayî şer dike û derbên giran li dijmin dixin. Hevrêyên me Agît û Ayaz jî cihê xwe di nava vê berxwedana dîrokî de girtine û bûne lehengên bi rûmet ên gelê Kurd. Her du hevrêyên me yên li bajarên cuda yên Kurdistanê hatine dinê, di temenê ciwanî de çiyayên Kurdistanê ji bo xwe kirine mesken. Hevrêyên me mîrasekî yê têkoşînê ji bo me hiştine. Di serî de ji bo malbatên hevrêyên xwe Agît û Ayaz û hemû gelê welatparêz re sersaziyê dixwazin. Soza heta Rêbertiyek Azad, li Kurdistaneke azad bi hev re jiyîn wê têkoşîna me dewam bike.”
Nasnav: Agît Botan Nav û Paşnav: Şefîk Ozdemîr Cihê Jidayikbûnê: Sêrt Navê Dayikê-Bav:Taybet – Hamît Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt- 29’ê Îlona 2019 |
Agît – Şefîk Ozdemîr
Nasnav: Ayaz Mazlûm Nav û Paşnav: Selîm Karipçin Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayikê-Bav: Emîne – Galîp Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt- 29’ê Îlona 2019 |
Ayaz – Selîm Karipçin
HPG’ê li ser çalakî û êrîşan jî ev agahî da:
LI HEFTENÎNÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê ya ku li dijî dagirkeriya artêşa Tirk li herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, 12’ê Cotmehê saet 15:30’î li dijî leşkerên ku li devera Şehîd Şêxmûs bicih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî çeper û kozikên dijmin hate xistin de 2 leşker hatin kuştin.
LI PEYÎZAVA ŞEREKÎ DIJWAR RÛ DIDE
10’ê Cotmehê artêşa TC’ê li devera gundê Tuzek ê girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê saet 22:00’an dest bi operasyonekê kiribû. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de heta sibeha 11’ê Cotmehê şer rûdabû. Di vê şerê ku gelek leşker hatin kuştin û birîndarkirin de, 2 hevrêyên me yên heta guleya dawî bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Em ê piştre nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi raya giştî re parve bikin.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
12’ê Cotmehê saet derdorî 20:00’ê balafirên şer ên artêşa TC’ê qontarên Girê Xantûr ê girêdayî herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”