DÊRIK – Ji 9’ê Cotmehê û vir de dewleta tirk a dagirker êrîşî gelên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê dike. Li dijî vê ciwan ref bi ref tevlî seferberiyê dibin û diçin çeperên şer.
Ji Dêrik û Girkê Legê bi dehan ciwan bi daxuyaniyekê berê xwe dan refên berxwedanê. Ciwanên ku tevlî berxwedanên bûn, da diyar kirin ku ew ê heta dawiyê axa xwe biparêzin û bang li ciwanan kir ku ew jî tevlî refên berxwedanê bibin.