NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê Ciwanên Kurdistanê ji hemû cihan tevlî seferberiyê dibin. Heta niha bi sedan ciwan tevlî seferberiYê bûnê û çûne çeperên şer. Ji Başûrê Kurdistanê jî komek ciwan gihişt Rojavayê Kurdistanê ji bo beşdarî seferberiyê bibin û cihê xwe di nava Berxwedana Cenga Rojava de bigrin.
Ciwanên Başûr ku beşdarî Berxwedana Cenga Rojava bûne ev daxuyanî dan:
“Em wek Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Şervan û gelê Rojava hatin çeperên şer. Ji bo em li dijî dewleta tirk a dagirker şer bikin û axa xwe biparêzin em hatin tevlî seferberiyê bûn. Bangawaziya me ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê û tevahî cihanê ew ku berê xwe bidin Rojava bidin çeperên Berxwedanê. Bila her ciwan beşdar bibe û li kêleka şervanan li dijî dagirkeriya tirk şer bikin.”