NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê Ciwanên Welatparêz li navçeya Amedê Surê çalakî lidar xistin.
Di saetên evarî de Ciwanên Welatparêz bi bombeyên karê destan li Amed Surê li taxa Melikahmet li dijî polîsên tirk ên dagirker çalakî pêk anîn. Di hemana demê de ciwanan li Îskenderpaşa bi fîşekên hewayî berxwedana Cenga Rojava pîroz kir û dirûşmeyên wek “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.