NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan (JCA) li bajarê Bielefeldê yê Elmanyayê li hev kom bûn û di çarçoveya pêngava “Nehêl” de ji bo Rojava meşiyan.
Ciwan bi pankarta bi nivîsa “Rê nede şerê li Rojava” meşiyan û li dijî dagirkeriyê dirûşm li ser sîwaran nivîsîn.
Li bajarekî din ê Elmanyayê li Giessenê jî salvegera komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên dagirkeiyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Ciwan bi vê armancê êvarê li hev kom bûn û çalakiyeke bêîteatiya sivîl pêk anîn.
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê jî nêzî 200 ciwanên Kurdistanî û enternasyonal li hev kom bûn û bi alên YPG û YPJ’ê çalakiyek kirin.
Di çarçoveya pêngava “Nehêle” de li bajarê Bernê jî çalakiyeke girseyî hebû.
Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” hate qîrîn.