Hevalên Handelmann der barê jiyan û têkoşîna wê axivîn û anî ziman, ku Handelmann li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst di nava lêgerîna li jiyan û têkoşîneke alternatîf de bû û gotin, “Ew jiyana alternatîf jî li nava refên PKK’ê dît. Ji bo fîlmekî dokumanter çû Kurdistanê û li Kurdistanê veguherî şervaneke azadiyê.”
Di civîna bîranînê de nameyên der barê bîranînên Handelmann û nivîsên li qadên têkoşînê yên Handelmann bi Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin xwendin. Ji bo wê bi Kurdî û Elmanî stran hatin gotin û helbest hatin xwendin.