ŞIRNEX – Li Çiyayê Cûdî ya Navçeya Silopî ya Şirnêx, di saetên şerê yên duh de şewatê rû da. Walîtiya Şirnexê duh Çiyayê Cûdî bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” li sîvîlan qedexe kiribû. Hat diyar kirin ku encama gulebarandina leşkerên dagirker ên Tirk de rû da û her ku diçe belav dibe. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin û ji navenda bajêr jî dûkêla şewatê xuya dike.
Welatiyên li herêmê dijîn, diyar kirin ku ji ber gulebarandina leşkerên dagirker ên Tirk şewatê rû da.