SERÊKANIYÊ – Ragihandina YPJ’ê dimenên ji Berxwedana Cenga Rojava a bajarê Serêkaniyê weşand. Di dimenan de berxwedaniya şervanan li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê tê ditîn.
Şervanek YPJ berxwedaniyê bi van gotinan tine ser ziman: “Dewleta tirk a dagirker dixwaze di bin navê aştî û aramiyê çeteyên xwe li herêmê bicih bike. Em jî ji bo tevahî mirovahiyê li dijî ev çeteyan şer dikin. Em bi hêz û îradeya xwe biser dikevin û nahêlin ev xeyalên osmanî pêk were. Ciwanên di çeperan de bi awayekî serkeftî bi çekên xwe ruxmê balafirên şer jî derbên giran li çeteyan didin.”