NÎCE– Çalakiyên ciwanên Kurd li hemberî êrîş û dagirkirina dewleta Tirk a faşîst li ser Rojava berdewam dike. Di guncana pêngava ji dagirkirin û qirkirinê re “Nehêle” de ciwanên ku li bajarê Nîcê ya Fransayê kom bûn û di balafirgehê çalakiya serkêşiya şarwerî li dar xistin.
Ciwanên ku li balafirgeha Nîcê di guncana pêngava “Nehêle” de kom bûnê, li vir, panqartên bi zimanê Fransî “Rojavayê Biparêze #Nehêle” daliqandin. Çalakiya ku ciwan gelek caran diruşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Kujer Erdogan” avêtiyê, 30 deqîqe domiya.