NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 14’ê Cotmehê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de der barê Berxwedana Cenga Rojava ya li eniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Dirbêsiyê, Dêrikê agahî hatin parvekirin.
Daxuyanî wiha ye:
ENIYA SERÊKANIYÊ
“Li xeta Alya, êniya Rojava û êniya Rojhilat de şer bi dijwarî berdewam kir. Artêşa dagirker bi êrîşên hewayî, top û tankan xwest pêş bikeve. Di encama şerê dijwar de tangek, 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin; 59 çete hatin kuştin.
Di encama berxwedanê de 11 şervanên me şehîd bûn û 24 ji birîndar bûn.
ENIYA GIRÊ SPÎ
Ji danê beyanî ve dema balefirên keşfê li ser tevahî herêmê tevger dikir, ji aliyê balefirên şer ve jî dihat bombebaran kirin. Li hember çeteyan li hermazî Tirwazî û rêya giştî şerek giran qewimî. Di encama şerê de panzerek, tangek û wesayîtek zirxî hat rûxandin û 38 çete hatin kuştin.
Di şerê giran de 7 şervanên me şehîd bûn û 15 hevalên me jî brîndar bun.
Di xeta Slûkê de di lêdana balefirên şer de 4 şervanê me şehîd bûn.
Di rêya navbera Eyn Îsa û Çelebî de çeteyên ku xwastin bikevin hundir beramberi bersivdayina şervanên me de 4 çete hatin kuştin û şervanek me şehid bu.
ENIYA DIRBÊSIYÊ
Artêşa dagirker bi top û çekên giran bajar dan ber topan. Di encama bersivdayîna şervanên me de 2 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bun.
ENIYA DÊRIK
Gundê Xirba Belka a ser bi Girkêlegê ji aliyê dewleta dagirker ve hat topbaran kirin. Herwiha li kêleka wê balefirên şer û yên keşfe li seranser bajarên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê tevger kirin.
Bi giştî di tevahiya şerê roja 14ê Cotmehê de 103 çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin, bi dehan birîndar bûn. 2 Tang, 2 panzêr, 2 wesayîtên doçkabarkirî û wesayîtek zirxî jî hatiye rûxandin.
Di nav vê berxwedanê de 23 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, 39 jî brîndar bûn.”