NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di rojên destpêkê yên êrîşên dagirkeriyê de Fermandarê Hêza Sînor a Sêyemîn a Tirk a li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê Albay ê Tirk Yaşar Kaya ku êrîşên dagirkeriyê bi rê ve dibir ji lingê xwe birîndar bûye.
Hate ragihandin ku Kaya bi ambûlansa zirxî ya leşkerî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya li Kaniya Xezalan û nikare bimeşe.