NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên ji hundirê Tirkiyê ji ajansa ANHA’yê re piştrast kir ku desthilatdarên dewleta Tirk a dagirker piştî derbasbûna hefteyekê ji ser êrîşên li dijî Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê û çeteyan derbeyên giran li ser destê QSD’ê xwarin, êdî ciwanên Sûriyê yên koçberî Tirkiyê bûne digire û tev li şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Çavkanî bal kişand ser ku desthilatên dewleta Tirk a dagiker gelek bendên kontrolê li rêyên sereke û hundirê bajaran danîne bi rêya wê tevahî ciwanên Sûriyê digire û tev li şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ew jî ji ber derbeyên biêş ên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwe ye.