NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundên Alya û Erbaxîn ên Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi karwaneke ji erebeyên zirxî û çekên giran pêk tê, hewl da bikevin Til Temirê.
Şervanên QSD’ê bi tundî li wê konvoyê da û konvoy ji hev belav bû. Beşeke konvoyê li gundê Alya, beşek li gundê Erbaxîn maye. Her wiha kuştî û birîndarên dijmin hene.
Arteşa Tirk bi koordîneya firokeyên keşfê û bi balafirên şer derdora gundê Alya bombebaran dike.
Gundên Alya û Erbaxîn di navbera Til Temir û Eyn Îsa de ne û 20 kîlometre ji Til Temirê dûr in.