KOBANÊ – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ber êvarê, êrîşî xeta Eyn Îsa û navçeya Çelebî kirin. Şervanên QSD`ê êrîşa çeteyan şikandin.
Li aliyê Çelebiyê, şervanên QSD`ê li konvoyekî çeteyên artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de, panzêrekî çeteyan bi temamî hate teqandin û yekê jî derbe xwar.
Li gundên derdora navçeya Çelebî şer di navbera QSD’ê û çeteyên artêşa dagirker de, dewam dike.
Di van şeran de, gelekî kuştî birîndarên çeteyan hene.
Balkêş e ku li herêma Çelebî navenda Koalîsyona Navneteweyî li gundê Xerab Işk heye, lê tevî ku çeteyan sivîl revandin, koalîsyonê tu bertek nîşan nedan.