SERÊKANIYÊ – Berxwedana Cenga Rojava di roja 8’emîn de didome. Ragihandina YPJ’ê dimenên ji çeperên herî pêş yên li Serêkaniyê weşandin.
Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe êrîşên befireh li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk tinin û sivîlan hedef digrin. Di dimenan de şervanên QSD’ê ku derbên giran li çeteyan didin, ji çeperên xwe çalakî li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker pêk tinin.