BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 27’ê Îlone de me ragihandibûn, ku artêşa Tirk a dagirker di 22’ê Îlonê de li herêma Kela Memê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye û di 23’ê Îlonê de jî êrîşeke hewayî li qada Serê Osman kiriye. Di vê êrîşê de ji endamên Fermandariya YJA Starê ya Botanê Yekbûl Hîlal û 6 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê şehîdan wiha ne:
Nasnav: Yekbûn Hîlal
Nav paşnav: Nazîre Kara
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Makbûle-Reşît
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Nasnav: Berxwedan Şoreş
Nav paşnav: Zerevan Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nahîde-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Nasnav: Evrîm Amed
Nav paşnav: Ayşe Bayram
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Şehrîban-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Nasnav: Koçer Sedex
Nav paşnav: Orhan Înce
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Melîke-Mehmetşah
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Nasnav: Şerzan Kato
Nav paşnav: Mazlûm Dûman
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Medîne-Şeref
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Nasnav: Xwînda Êrîş
Nav paşnav: Zîlan Înan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Ayten-Hecî
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Nasnav. Yildiz Aşme
Nav paşnav: Ronar Derwêş
Cihê jidayikbûnê. Kobanê
Dayik-Bav: Besê-Hebeş
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Îlona 2019’an / Şirnex
Hevala me Yekbûn Hîlan di sala 1999’an de li Şirnexê ku hestên welatparêziyê her tim lê zindî ye ji dayik bû. Di dema zarokatiya wê de têkoşîna gerîla di serî de li Botanê li gelek herêmên Kurdistanê geş bû. Di heman demê de êrîşên înkar û tinekirinê yên dewleta TC a faşîst jî giran bû. Di wê demê de ku li Kurdistanê şerê man û nemanê dihate meşandin, ew mezin bû. Hevlaa Yekbûn weke bersiva li komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Di temenê ciwantiyê de beşdarî refên têkoşînê bû û soz dabû ku bibe milîtaneke xurt a Rêber Apo. Hevala Yekbûn li gelek herêman bi rengekî aktîf wezîfeyên xwe pêk anî û di demeke kurt de bi taybetmendiya xwe ya dînamîk û ciwantiya xwe bû gerîlayeke şareza. Her wezîfeya xwe bi fedakarî pêk anî û bi ked û tecrûbeya xwe gelek wezîfeyên girîng pêk anî. Hevrê Yekbûn gelekî girêdayî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo bû û di xeta Rêbertî de qet tawîz neda û bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Bi fedakariya xwe di nava hevrêyên xwe de çavkaniya moralê bû. Her wiha tecrûbeya xwe ji hevalên xwe re ragihand û bi vî rengî kir ku têkoşîna me ya azadiyê bigihêje siberojan.
Hevrêyên me Berxwedan, Evrîm, Koçer, Şerzan, Xwînda û Yildiz li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn, rastiya gelê Kurd ji nêz ve nas kirin. Li dijî şerê qirkirin û mêtingeriyê yên dewleta Tirk ê li Kurdistanê tevlî nava berxwedanê bûn. Di demekê de ku tundiya şerê qirkirinê ya li dijî gelê Kurd dijwar e tevlî nava refên gerîla bûn û bûn milîtanên fedayî. Ji bo têkoşîna me ya nêzî azadiyê bûye bigihêje vê serdemê para wan mezin bû û rastiya milîtaniya fedayî nîşanî dost û dijmin dan. Hevrêyên me yên leheng ku ji bo armancên mezin dest bi têkoşînê kirin her tim bi serketinê ve girêdayî bûn û wezîfeyên xwe yên serdemê bi rengekî serketî pêk anîn. Li dijî dijminê ku ji dîrokê ve komkujî, êşkence û zilmê li gelê me rewa dibîne hevrêyên em bi hêrseke mezin bi dirûşma ’em ê rê nedin dagirkeriyê’ bi lehengî şer kirin.
Di serîde malbatên hêja yên hevrêyên me yên fedayî yên gihîştin şehadetê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û sozê didin ku em ê di şexsê hevalên şehîd de têkoşîna azadiyê bi ser bixînin.”