NAVENDA NÛÇEYAN – Xebatkarên ku li nexweşxaneyên li bajarên Bakurê Kurdistanê dixebitin hatin hişyarkirin ku der barê kuştî û birîndaran de agahiyê nedin.
Piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê, liv û tevgera ambûlansan, ji navend û navçeyên Rihayê pirr zêde bûne. Yek ji navendên herî zêde cenaze û birîndar tên wê derê Nexweşxaneya dewletê ya Bêrecûkê ye. Her tim gelek ambûlans li baxçeyê nexweşxanê tên rawestandin. Li ber nexweşxanê nuqteya polîsên dagirker hatiye avakirin û ev polîs destûr nadin ku wesayîtên sivîlan derbasî baxçeyê nexweşxanê bibin. Hat zanîn ku li nexweşxanê gelek birîndar hene û hin birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bêlqis a Dîlokê hatine kirin. Hat diyar kirin ku gelek ambûlansên nû sewqî navçeyê hatine kirin, ambûlans li baxçeyê paş ê nexweşxanê tên girtin û beşek mezin a nexweşxanê li sivîlan hatiye girtin.
Welatiyên navçeyê yên ji ber leşker Tirk û çeteyên wê birîndar nikarin biçin nexweşxanê, ji bo dermankirinê diçin bajêr û navçeyên derdorê. Hat destnîşan kirin ku xebatkarên tenduristiyê ji bo ku agahî nedin û parve nekin, hatine hişyarkirin.